Ana içeriğe atla

Bloga Beyar

Blognivîsî, tiştek di gelek tiştên ku min gavek avêt û nekirî. Sal nizanim çend lê bawerim ku 2010 û tiştek we bû. Hevalek hebû blognivîsî dikir û nivîsên xweş dinivîsî her kes ne lê hinek kes dikarin binivîsin, ew jêhatî ji wan re ji aliyê Xwedê -yên ateîst hwd ji aliyê kosmosê- hatiye dayîn. Bixwe her kesek ji demên baliqiya xwe divê binivîse û dinivîse jî lê çawabûna wan nivîsa niqaşeke cûda ye niha gerek e em nekevin l'ser vê. Belê ez jî yek ji wan bûm. Gava min bi saya wê hevalê blognivîsî nas kir, ew daxwaz û çalaka nivîsvaniya min guherî tiştek din û gor min (min'a ew demî) gereke biguhuriya. Rabûm min blogek vekir û şikl û cismek dayê, timam bû û nivîsa xwe ya ewilîn weşand. Çi kêfa min hati bû, weh. Zimanê tirkî dinivîsî wan deman lê helwestek min jî hebû li ser zimanê xwe, pêşiyê xwe elimand tipên Kurdî dû de rêziman filan û bêvan lê ne ew qas xort bû ew helwest, car cara bendên Kurdî dinivîsî lê pêşveçûnek girîng nexist destê xwe bi ziman ve.

Belê ez ku nekirkerê tiştên dixwazim bikim vê carê jî min şaş nekir, dest ji blognivîsiyê berda. Nêzî heşt salin ku min ev bloga beyar vekir. Nizanim hişê min dêm e an jî stewr e. Hew sêhra bikim, ez îdia dikim ku dişêm bibim serokê bêxîreta. Ma çi bikim ne dixwînim ne dinivîsim ne dixwim ne vedixim, mihtacê alikarekê me. Ez çi tiştekî bêlome me! Xwedê min aqil ket!

Ev e çend rojin rastî blogerên kurd têm, ya rastî berê jî min dizanî hinek j'wan carcaran jî dixwand, lê nizam boy çi, evane dilêm bir nivîsandinê anî dibe ku wek xwarna tiştek dilê miro diçê û dixwe têr dibe jî be, zû berdim ji van deran û koç bikim herim. Tiştên ez dikim gelkî beredayî ne, xwedê min pêle!

Dest nivîsandinê bikim, niha? Lê çi? Hima çi hat pêşya min ezê binivîsim. Lê daxwazek min heye; yê dizanin jixwe dizanin lê yên nizanin ez diransaziyê* dixwînim û dikarim bêjim ez diransaz im li derdorê vê dikim nivîsên li ser diransaziyê jî binivîsim. Gelo hûn çi difikrin?

*diransazî çi peyveke tewşomewşo ye! Herwiha: Bijîşkê Dirana,

Yorumlar

  1. Nehe te mizgîniya xêrê da me. Xwo tenê hîs neke, min jî digot qey ji min tembeltir kesek çinîne di vê dinyayê de :) ya dî jî, bi min hewce naket ku blog bi formekê bît. Madem tu bê qirar î tu jî cur bi cur binivîse :) Xûda hafiz ☘

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Sedema Qedîm

Agir, nehletiya kalên me yên qedîm! Sedema her tiştê ku êş û jan li nav de. Li demên qedîm de hatiye dîtin. Lê çawa û çima? Wate û giringiya'w çi bû gelo? Sîstema fikrîna insên da tiştê ku wate nikar bê dayîn her awayî objeya tirsînê ye. -Xwedê jî di ciheke ew qas fikrîna wê zor de ye ku miro her tim jê ditirse an jî hêsantirî agir!- Agir ew demên qedîm de tiştek bêqontrolkirin bû, gava derdiket holê cih û bar, zar û yarên insên kavil dikir. Çawa dikarîn temînin? Gelo ma me'ne hatibû danîn ku wateya "temîn"ê bizanin? Tiştê ku miro nizane çi ye, çareseriya wê çawa tê zanîn? Û agir di nav vê bêwateyiyê de her dem tirsa kalên me yên qedîmtirîn qedîm bû, lê... çi bû sedem û kîjan demê da ew xala girîng çi bû ku êdî ew tirsa qedîm hat qontrol kirin? Pêşiyê bi brûsk, tav û hwd ve çê dibû. Insên nedizanî dê çawa agirê çê bike. Çêkirin, lew hêj bê wate bû ku ew(em) bêjin 'pêxistin'. Û insên tiştê nizane çê bike jî ditirse, jixwe insên ji hevîrê afirîna xwe tirson...

Bijîşkiya Dev û Dirana(Bdd)

Beşek ji beşên tendûristiyê ye. Mijûla wan diran, derdoren diranan û dev e. Diran organekî nava devi de fonqsiyona parçekirin û birîna xwarina dike û ne bi tenê vê dike; wekî li her organ û parê laşê mirovî de diran jî hindirê xwe û havirdorê xwe de xwediyê anatomiyeke qompleks e. Dengê mirov gor şiql û rastatiya û kêmatiya dirana derdikeve û rengekê hildigire, tê zanîn ku gelkî hûnermendên deng naxwazin diranên xwe biguherînin ji ber ku ditirsin dengê wan jî biguhere, her wiha pakêta demar û rihên nava diran de signalên êş û zorê dişîne mejû û diran jî organekî zindiye ku bi wan demara ve xidayên xwe hildigire mezin dibe û xwe sax dike û gor sîgnalên zorê jî xwe diparêze, wekî din jî diran navrûyên mirov tejû dike û estetîkbûnê diguherîne.  Diran bi giştî 2 parçe ye qurm û ser(kron). Qurm dev de nayê dîtin nava hestû û pidûyan de ye, binkê qurmî da pakêta demar û rihan(pulpa) derbas dibe hindir. Kron(ser) jî parçeyê diran yê devî da tê dîtin e. Her çi qas qlasifîqasyon...

Paqijîya Dev û Diranan

    L  i civata me de krîlansa(hejmara dîtine) kurmitî/rizîbûna diranan zahf zêde ye. Sedemên vê li ser mijara paqijîyê nesekinîn e. Di serî da emê nexweşiyên diran û dev çi ne behsa wan bikin;     A) Ya herî girîng kurmîbûna dirana ye. Sê faqtorên rizîbûne hene; 1-Xwarin(zad,adan) 2-Dem 3-Mîkroorganîsm(MO) gava ev her sê faqtor hev tên rizîbûn dest pê dike; zad  li ser diranan kom dibe piştî xwarinê neyê paqijkirin û demek ser da dibore, hejmara  mîkroorganîsm bi wan xidayan zêde dibin. Bi zêdebûna wan MO yan diran hêdî hêdî rizî dibe pêşyê ringeke spî bi dû re reş/qewheyî xwe nîşan dide. Piştî nêzî 6 mehan diran cihê rizî bûyî ve çal dibe wê çaxê ew kes pê dihese ku diranê'w rizî bûye.     B) Abse-lezyon-enfeksiyona qurmê diran. Hekî ew rizîbûn neyê sax kirin bi aliyê bijîşkek, wê çaxê mîkroorganîsm heya pulp'ê anî ku rih û demaran diçe û êşek giran dest pê dike û dîsa neyê saxkirin wê çaxê jî mîkroorganîzm di binê qurm de zêde ...