Ana içeriğe atla

Paqijîya Dev û Diranan

    L 
i civata me de krîlansa(hejmara dîtine) kurmitî/rizîbûna diranan zahf zêde ye. Sedemên vê li ser mijara paqijîyê nesekinîn e. Di serî da emê nexweşiyên diran û dev çi ne behsa wan bikin;
    A) Ya herî girîng kurmîbûna dirana ye. Sê faqtorên rizîbûne hene; 1-Xwarin(zad,adan) 2-Dem 3-Mîkroorganîsm(MO)
gava ev her sê faqtor hev tên rizîbûn dest pê dike; zad li ser diranan kom dibe piştî xwarinê neyê paqijkirin û demek ser da dibore, hejmara mîkroorganîsm bi wan xidayan zêde dibin. Bi zêdebûna wan MO yan diran hêdî hêdî rizî dibe pêşyê ringeke spî bi dû re reş/qewheyî xwe nîşan dide. Piştî nêzî 6 mehan diran cihê rizî bûyî ve çal dibe wê çaxê ew kes pê dihese ku diranê'w rizî bûye.



    B) Abse-lezyon-enfeksiyona qurmê diran. Hekî ew rizîbûn neyê sax kirin bi aliyê bijîşkek, wê çaxê mîkroorganîsm heya pulp'ê anî ku rih û demaran diçe û êşek giran dest pê dike û dîsa neyê saxkirin wê çaxê jî mîkroorganîzm di binê qurm de zêde dibin û enfeksîyon dest pê dike, rewşeke wêdatirîn jî werimîn, bêhna nexweş, derbûn zêdebûna germahiya leş ve xwe nîşan dide.
C) Enfeksiyon, xwînbûn, êşa pidûyan. Diran û dev piştî xwarin û pêşya razanê û piştî xewê neyê paqijkirin zadên kombûnî de dîsa mikroorgnîsm zêde dibin pidûyan nexweş dikin. Pidû îltihabê digirin, bêhna nexweş zêde dibe û sor dibin ku mirov gava destê xwe didê an jî paqij dike xwîn jê diavêje, tahmeke metalî ji dev tê. Ev pirsgirêke neyê çarserkirin dem bi dem zêde dibe enfeksiyon û pidû bi vê re hestû jî vedikişên û caran ti kurmîbûn, êşa dirana nebe jî diran wekî darê bê ax mayî diheje û dawiya dawî ew diran çi qas saxlem be jî tê kêşandin. Vîdyoya wê; 

 

    Mijarên ku sereke yên mirov bizane ev her sê ne. Paqijiyek rutîn û serkeftî ve mirov dikare ev mijarên sereke rawestîne. 

    Sal bi sal bi guhertina xwarin û vexwarinên me ve pirsgrikên dev diranan jî zêde bûn. Xwarin vexwarinên bi asîdî, zêde nerm ku dizeliqin diranan, rizîbûn gor demên berê zêde kiriye. Her wiha cigare, qehwe û ça jî leka zêde dike ku ew leke bi paqijîyê jê naçe.

    Belê paqijiyeke serkeftî hewce ye çawa be?
    
     Ji bo paqijiyek baş sê enstrûman ji me ra pêwist e; firçek e nîv nerm, mecûnek bi flor ku hewceye flor herî kêm 1450ppm be û benikê diran du cûreyên benikan heye; benikên dirêj û benikên amade.



     

     Rojê du caran hewceye ku diran bên paqijkirin; berî razanê, piştî razanê anî ku siharê, û navbera rojê de jî bê paqijkirin baştirîn bibe. Lê belê paqijiya berî razanê ya herî girîng e çi ku kesek nêzî 6-8 seetan radizê ku navbera vê demê de dev tim girtî dimîne û herikîna tifê herî kêm nava wê demê de ye ku tif jî parastinekê dike ji bo me, nava xwe da elementên antîmîkrobîal dihewîne û dev û diranan dişo, xwarinan nerm dike û jê dibe. Nava seetên razanê de mîkroorganîsm û plaq wek normalîn zêde dibe û paqijiya berî razanê me ji wê biparêze. Paqijîya piştî razanê jî bêhna nexweş û xwarinên taştê jê dibe ku nava rojê de me diparêze. 
    Pêşiya firçekirinê pêwist e benik bê bikar anîn. Navbera her diranan bi gor wêneyê bê paqijkirin ku cihên firçe nagehê û neşê paqij bike wê benîk paqij bike û paşe emê dest bi firçekirinê bikin.


 Bikaranîna Benikê Dirêj



     Ku ji vîdyoyê de jî tê dîtin ku firçe pêwist e hemî caran bi ser pidûyan bê danîn û herketekî gêzîkirinê bi diran ve here û hewce ye ku ev hereket 7-8caran bê dûbarîn ku em dilfireh bin ku paqij bû. Piştî her aliyên diran bi vî awayî hatî paqijkirin dîsa her aliyên diranan bi hereketekî girovirî dîsa bê paqijkirin. Gor daxwazê avên têwerdanê jî kes dikare devê xwe bişo. 




    Lê belê mijara me ne tenê diranin. Hewce ye ziman, navlam û pidû jî bi awayekî nazik bê firçekirin. çi ku li ser navlam, ziman û pidûyan jî mîkroorganîzm û plaq kom dibin.

    Lê gerek e neyî jibîr kirin; her çiqas em paqijîyeke xort bikin jî dibe ku pirsgirêk derkevin. Lê belê ev pirsgirêkene bê paqijkirin sê mehan da xwe nîşan bide bi paqijkirin bi salan xwe nîşan nade. Lê dîsa jî her şeş mehan carekê çûna qontrolê pirsgirikên kes bixwe nebîne dibe ku bi wan qontrola da bê dîtin û çareser kirin.

Bdd. Firat Bozkurt


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Sedema Qedîm

Agir, nehletiya kalên me yên qedîm! Sedema her tiştê ku êş û jan li nav de. Li demên qedîm de hatiye dîtin. Lê çawa û çima? Wate û giringiya'w çi bû gelo? Sîstema fikrîna insên da tiştê ku wate nikar bê dayîn her awayî objeya tirsînê ye. -Xwedê jî di ciheke ew qas fikrîna wê zor de ye ku miro her tim jê ditirse an jî hêsantirî agir!- Agir ew demên qedîm de tiştek bêqontrolkirin bû, gava derdiket holê cih û bar, zar û yarên insên kavil dikir. Çawa dikarîn temînin? Gelo ma me'ne hatibû danîn ku wateya "temîn"ê bizanin? Tiştê ku miro nizane çi ye, çareseriya wê çawa tê zanîn? Û agir di nav vê bêwateyiyê de her dem tirsa kalên me yên qedîmtirîn qedîm bû, lê... çi bû sedem û kîjan demê da ew xala girîng çi bû ku êdî ew tirsa qedîm hat qontrol kirin? Pêşiyê bi brûsk, tav û hwd ve çê dibû. Insên nedizanî dê çawa agirê çê bike. Çêkirin, lew hêj bê wate bû ku ew(em) bêjin 'pêxistin'. Û insên tiştê nizane çê bike jî ditirse, jixwe insên ji hevîrê afirîna xwe tirson...

NIJADPERESTÎ û MIROVATÎ

Di Alabama yê nexweşxanekê endamê Ku Klux Klan dibe emeliyat...  Nîşana li ser singê wî nîşana civaka wî ye yê buyî endam. Belê, ev Ku Klux Klan(KKK) e çîye ku ev wêne ye hinde giringe? KKK civakeke faşîst e dijî Insanên Reş... Kengî ava bûye? Di sala 1865 ê. Piştî şerê hindir ê Emerîka yê. Çima ava bûye? Dijî pêngava wekhevî ya Spî-Reş'an ava bûye. Armanca wan çibû/ye? Armanca wan ewe ku pêşveçûna Reş'an xilas bikin çimkî Spi'yan ji Reş'an bilindtir didibînin. Ber vê armancê çalakiyên teroristî dikirin. Ê belê, ev wêneye çiye? Hun didibînin ku dixtorên emeliyatê dikin tevahî Reşin, hemşîren jî. Dizanin ku ew mirov endamê KKK yê belê dîsa jî sonda xwe ya Hîpokrati tînin cih û emeliyat dikin. Ya ger em fahmbikin ne sonda Hîpokrati ye, ya giring mirovatiya wan dixtor û hemşîrane. Fırat Bozkurt / frtbzkrt

Bloga Beyar

Blognivîsî, tiştek di gelek tiştên ku min gavek avêt û nekirî. Sal nizanim çend lê bawerim ku 2010 û tiştek we bû. Hevalek hebû blognivîsî dikir û nivîsên xweş dinivîsî her kes ne lê hinek kes dikarin binivîsin, ew jêhatî ji wan re ji aliyê Xwedê -yên ateîst hwd ji aliyê kosmosê- hatiye dayîn. Bixwe her kesek ji demên baliqiya xwe divê binivîse û dinivîse jî lê çawabûna wan nivîsa niqaşeke cûda ye niha gerek e em nekevin l'ser vê. Belê ez jî yek ji wan bûm. Gava min bi saya wê hevalê blognivîsî nas kir, ew daxwaz û çalaka nivîsvaniya min guherî tiştek din û gor min (min'a ew demî) gereke biguhuriya. Rabûm min blogek vekir û şikl û cismek dayê, timam bû û nivîsa xwe ya ewilîn weşand. Çi kêfa min hati bû, weh. Zimanê tirkî dinivîsî wan deman lê helwestek min jî hebû li ser zimanê xwe, pêşiyê xwe elimand tipên Kurdî dû de rêziman filan û bêvan lê ne ew qas xort bû ew helwest, car cara bendên Kurdî dinivîsî lê pêşveçûnek girîng nexist destê xwe bi ziman ve. Belê ez ku nekirkerê...