Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Temmuz, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Sedema Qedîm

Agir, nehletiya kalên me yên qedîm! Sedema her tiştê ku êş û jan li nav de. Li demên qedîm de hatiye dîtin. Lê çawa û çima? Wate û giringiya'w çi bû gelo? Sîstema fikrîna insên da tiştê ku wate nikar bê dayîn her awayî objeya tirsînê ye. -Xwedê jî di ciheke ew qas fikrîna wê zor de ye ku miro her tim jê ditirse an jî hêsantirî agir!- Agir ew demên qedîm de tiştek bêqontrolkirin bû, gava derdiket holê cih û bar, zar û yarên insên kavil dikir. Çawa dikarîn temînin? Gelo ma me'ne hatibû danîn ku wateya "temîn"ê bizanin? Tiştê ku miro nizane çi ye, çareseriya wê çawa tê zanîn? Û agir di nav vê bêwateyiyê de her dem tirsa kalên me yên qedîmtirîn qedîm bû, lê... çi bû sedem û kîjan demê da ew xala girîng çi bû ku êdî ew tirsa qedîm hat qontrol kirin? Pêşiyê bi brûsk, tav û hwd ve çê dibû. Insên nedizanî dê çawa agirê çê bike. Çêkirin, lew hêj bê wate bû ku ew(em) bêjin 'pêxistin'. Û insên tiştê nizane çê bike jî ditirse, jixwe insên ji hevîrê afirîna xwe tirson