Ana içeriğe atla

Bijîşkiya Dev û Dirana(Bdd)

Beşek ji beşên tendûristiyê ye. Mijûla wan diran, derdoren diranan û dev e. Diran organekî nava devi de fonqsiyona parçekirin û birîna xwarina dike û ne bi tenê vê dike; wekî li her organ û parê laşê mirovî de diran jî hindirê xwe û havirdorê xwe de xwediyê anatomiyeke qompleks e. Dengê mirov gor şiql û rastatiya û kêmatiya dirana derdikeve û rengekê hildigire, tê zanîn ku gelkî hûnermendên deng naxwazin diranên xwe biguherînin ji ber ku ditirsin dengê wan jî biguhere, her wiha pakêta demar û rihên nava diran de signalên êş û zorê dişîne mejû û diran jî organekî zindiye ku bi wan demara ve xidayên xwe hildigire mezin dibe û xwe sax dike û gor sîgnalên zorê jî xwe diparêze, wekî din jî diran navrûyên mirov tejû dike û estetîkbûnê diguherîne. 


Diran bi giştî 2 parçe ye qurm û ser(kron). Qurm dev de nayê dîtin nava hestû û pidûyan de ye, binkê qurmî da pakêta demar û rihan(pulpa) derbas dibe hindir. Kron(ser) jî parçeyê diran yê devî da tê dîtin e.

Her çi qas qlasifîqasyoneke hatî bijartin nebe jî miro dikare nava xwe de 6 liqan par bike; 

Endodontî; bi peyvên latînî endo(hindir) û odonto(diran) pêk hatiye. mijûla vê beşê bi pakêta rih û demara ya hindirê diranê ye.


Anîmasyonê de jî tê dîtin, pulpa ji ber rizîbûn(kûrmîbûn)a diran û travmayan enfekte dibe û êdî karên xwe nikare bîne cih, caran êşên giran caran jî wek werimîn xwe nîşan dide wê çaxê pulpa tê jêderxîn û paqijkirin piştî paqijkirinê jî valatiya derdikeve holê bi enstrûmanên endodontî tê dijekirin û serrastkirin.

Ortodontî; bi peyvên latînî yê orto(rast)+odonto(diran) pêk hatiye. Mijûla vê beşê nerastbûnên dirana, pirsgirikên hestûyên çenê û navçavan e. 





Perîodontolojî; bi peyvên perio(hawir, derdor)+odonto(diran) pêk hatiye. Mijûl li ser parçeyên derdorê dirani, nexweşiyên pidûyan, hestûyan, ezman hwd. ye.


Dema diran neyên paqijkirin plaq kom dibe bi wext ve dibe kevirê dirana zû neyê tedawîkirin wê çaxê hestû û pidû da ku xwe biparêzin bersîv dide û paşve diçe. Pidû sor dibin û diwerimin. Ev jî pirsgirêkên mezintir nîşan dide.

Prostodontî/Prostez; li ser estetîk û fonqsiyona windabûyî mijûl dibe, mînak diranek we kêm e, prostez dike ku ew kêmbûne serast bike û estetîk û fonqsiyonê dîsa bîne cih.




Pedodontî; li ser başkirina dev û diranê piçûk û ciwanan de mijûl dibe.

Nişdarî/Cerahî; nexweşiyên dev û hestûyan, travmayên şikestina hestûyên navrû, diranên bin hestû asê mayî, penceşêrên dev, lam û lêv hwd mijûl dibe.




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

NIJADPERESTÎ û MIROVATÎ

Di Alabama yê nexweşxanekê endamê Ku Klux Klan dibe emeliyat...  Nîşana li ser singê wî nîşana civaka wî ye yê buyî endam. Belê, ev Ku Klux Klan(KKK) e çîye ku ev wêne ye hinde giringe? KKK civakeke faşîst e dijî Insanên Reş... Kengî ava bûye? Di sala 1865 ê. Piştî şerê hindir ê Emerîka yê. Çima ava bûye? Dijî pêngava wekhevî ya Spî-Reş'an ava bûye. Armanca wan çibû/ye? Armanca wan ewe ku pêşveçûna Reş'an xilas bikin çimkî Spi'yan ji Reş'an bilindtir didibînin. Ber vê armancê çalakiyên teroristî dikirin. Ê belê, ev wêneye çiye? Hun didibînin ku dixtorên emeliyatê dikin tevahî Reşin, hemşîren jî. Dizanin ku ew mirov endamê KKK yê belê dîsa jî sonda xwe ya Hîpokrati tînin cih û emeliyat dikin. Ya ger em fahmbikin ne sonda Hîpokrati ye, ya giring mirovatiya wan dixtor û hemşîrane. Fırat Bozkurt / frtbzkrt

Sedema Qedîm

Agir, nehletiya kalên me yên qedîm! Sedema her tiştê ku êş û jan li nav de. Li demên qedîm de hatiye dîtin. Lê çawa û çima? Wate û giringiya'w çi bû gelo? Sîstema fikrîna insên da tiştê ku wate nikar bê dayîn her awayî objeya tirsînê ye. -Xwedê jî di ciheke ew qas fikrîna wê zor de ye ku miro her tim jê ditirse an jî hêsantirî agir!- Agir ew demên qedîm de tiştek bêqontrolkirin bû, gava derdiket holê cih û bar, zar û yarên insên kavil dikir. Çawa dikarîn temînin? Gelo ma me'ne hatibû danîn ku wateya "temîn"ê bizanin? Tiştê ku miro nizane çi ye, çareseriya wê çawa tê zanîn? Û agir di nav vê bêwateyiyê de her dem tirsa kalên me yên qedîmtirîn qedîm bû, lê... çi bû sedem û kîjan demê da ew xala girîng çi bû ku êdî ew tirsa qedîm hat qontrol kirin? Pêşiyê bi brûsk, tav û hwd ve çê dibû. Insên nedizanî dê çawa agirê çê bike. Çêkirin, lew hêj bê wate bû ku ew(em) bêjin 'pêxistin'. Û insên tiştê nizane çê bike jî ditirse, jixwe insên ji hevîrê afirîna xwe tirson