Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Haziran, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Bloga Beyar

Blognivîsî, tiştek di gelek tiştên ku min gavek avêt û nekirî. Sal nizanim çend lê bawerim ku 2010 û tiştek we bû. Hevalek hebû blognivîsî dikir û nivîsên xweş dinivîsî her kes ne lê hinek kes dikarin binivîsin, ew jêhatî ji wan re ji aliyê Xwedê -yên ateîst hwd ji aliyê kosmosê- hatiye dayîn. Bixwe her kesek ji demên baliqiya xwe divê binivîse û dinivîse jî lê çawabûna wan nivîsa niqaşeke cûda ye niha gerek e em nekevin l'ser vê. Belê ez jî yek ji wan bûm. Gava min bi saya wê hevalê blognivîsî nas kir, ew daxwaz û çalaka nivîsvaniya min guherî tiştek din û gor min (min'a ew demî) gereke biguhuriya. Rabûm min blogek vekir û şikl û cismek dayê, timam bû û nivîsa xwe ya ewilîn weşand. Çi kêfa min hati bû, weh. Zimanê tirkî dinivîsî wan deman lê helwestek min jî hebû li ser zimanê xwe, pêşiyê xwe elimand tipên Kurdî dû de rêziman filan û bêvan lê ne ew qas xort bû ew helwest, car cara bendên Kurdî dinivîsî lê pêşveçûnek girîng nexist destê xwe bi ziman ve. Belê ez ku nekirkerê