Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şubat, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Bijîşkiya Dev û Dirana(Bdd)

Beşek ji beşên tendûristiyê ye. Mijûla wan diran, derdoren diranan û dev e. Diran organekî nava devi de fonqsiyona parçekirin û birîna xwarina dike û ne bi tenê vê dike; wekî li her organ û parê laşê mirovî de diran jî hindirê xwe û havirdorê xwe de xwediyê anatomiyeke qompleks e. Dengê mirov gor şiql û rastatiya û kêmatiya dirana derdikeve û rengekê hildigire, tê zanîn ku gelkî hûnermendên deng naxwazin diranên xwe biguherînin ji ber ku ditirsin dengê wan jî biguhere, her wiha pakêta demar û rihên nava diran de signalên êş û zorê dişîne mejû û diran jî organekî zindiye ku bi wan demara ve xidayên xwe hildigire mezin dibe û xwe sax dike û gor sîgnalên zorê jî xwe diparêze, wekî din jî diran navrûyên mirov tejû dike û estetîkbûnê diguherîne.  Diran bi giştî 2 parçe ye qurm û ser(kron). Qurm dev de nayê dîtin nava hestû û pidûyan de ye, binkê qurmî da pakêta demar û rihan(pulpa) derbas dibe hindir. Kron(ser) jî parçeyê diran yê devî da tê dîtin e. Her çi qas qlasifîqasyoneke