Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ocak, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Paqijîya Dev û Diranan

    L  i civata me de krîlansa(hejmara dîtine) kurmitî/rizîbûna diranan zahf zêde ye. Sedemên vê li ser mijara paqijîyê nesekinîn e. Di serî da emê nexweşiyên diran û dev çi ne behsa wan bikin;     A) Ya herî girîng kurmîbûna dirana ye. Sê faqtorên rizîbûne hene; 1-Xwarin(zad,adan) 2-Dem 3-Mîkroorganîsm(MO) gava ev her sê faqtor hev tên rizîbûn dest pê dike; zad  li ser diranan kom dibe piştî xwarinê neyê paqijkirin û demek ser da dibore, hejmara  mîkroorganîsm bi wan xidayan zêde dibin. Bi zêdebûna wan MO yan diran hêdî hêdî rizî dibe pêşyê ringeke spî bi dû re reş/qewheyî xwe nîşan dide. Piştî nêzî 6 mehan diran cihê rizî bûyî ve çal dibe wê çaxê ew kes pê dihese ku diranê'w rizî bûye.     B) Abse-lezyon-enfeksiyona qurmê diran. Hekî ew rizîbûn neyê sax kirin bi aliyê bijîşkek, wê çaxê mîkroorganîsm heya pulp'ê anî ku rih û demaran diçe û êşek giran dest pê dike û dîsa neyê saxkirin wê çaxê jî mîkroorganîzm di binê qurm de zêde dibin û enfeksîyon dest pê dike, rew