Ana içeriğe atla

Sedema Qedîm


Agir, nehletiya kalên me yên qedîm! Sedema her tiştê ku êş û jan li nav de. Li demên qedîm de hatiye dîtin. Lê çawa û çima? Wate û giringiya'w çi bû gelo? Sîstema fikrîna insên da tiştê ku wate nikar bê dayîn her awayî objeya tirsînê ye. -Xwedê jî di ciheke ew qas fikrîna wê zor de ye ku miro her tim jê ditirse an jî hêsantirî agir!-

Agir ew demên qedîm de tiştek bêqontrolkirin bû, gava derdiket holê cih û bar, zar û yarên insên kavil dikir. Çawa dikarîn temînin? Gelo ma me'ne hatibû danîn ku wateya "temîn"ê bizanin? Tiştê ku miro nizane çi ye, çareseriya wê çawa tê zanîn? Û agir di nav vê bêwateyiyê de her dem tirsa kalên me yên qedîmtirîn qedîm bû, lê... çi bû sedem û kîjan demê da ew xala girîng çi bû ku êdî ew tirsa qedîm hat qontrol kirin? Pêşiyê bi brûsk, tav û hwd ve çê dibû. Insên nedizanî dê çawa agirê çê bike. Çêkirin, lew hêj bê wate bû ku ew(em) bêjin 'pêxistin'. Û insên tiştê nizane çê bike jî ditirse, jixwe insên ji hevîrê afirîna xwe tirsonek e.

Û xilas! Tirsîn, gelo? Kalekî qedîm agirê ewilîn pêxist û ez dikarim bikevim hemî behsa ku ew kalê qedîm ji xwe û ew agirê pêxistî tirsyaye û nenihêriye pişt xwe û bazda ye û gotiye "oyy min çi kir? Ez nehletî me êdî" filan û bêvan. Wî/ê kalê qedîm agir pêxist, Xwedê gunha'w efû bike!


Dibêjin dibe ku ew agirê ewilîn pê çiqîna kevira hatiye pêxistin. Kîjan kevir dixwast ku bibe sedema guheneke ew qas mezin! Pêşiyê rabûn xwarin û vexwarin pijandin, kelandin û tarîtî ronandin, safî bûn lê hine malkavilbûyî rabûn kirin objeya gunehê. Êdî agir destê kê de be ew e serdest!

Agir hat qontrol kirin, asta tirsînê guherî û miro dikare bêje êş û jan û xirabiyên mezin hatin qontrol kirin. Di nav nifiran de jî xuya ye 'agir bikeve mala te!'. Çi nifirek mezin û jandan.

Xwezî agir bi agirbûna xwe ve maba! Agir bû her tişt bû barût tifek bimbe, ya girîngtir bû hevîrtirşê hesin. Şîyara me jî guherî bi vê guherînê; agirê mezintir destê kê de be ew e serdest! Avrupayî gotin em in û mala aborjîniyan xirab kir, paşê hemiya go ne em in mala hevdu xirab kirin. Paşîntir hîtler go ez im, ez ê day bavê we bidim pişta we û mala milyonan xirab kir, emerîqa ma qet binde dimîne go ez im, tu kê yî pîçê marsê û japonî cih de kavil kir. Hêj jî dû agirê mezintirîn in; nûkleer! Tejû pêşbînî teorî filan û bêvan hene li ser nûkleerê, Ka em bisekinin dê kengî dinyayê tim kavil bikin...

Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

NIJADPERESTÎ û MIROVATÎ

Di Alabama yê nexweşxanekê endamê Ku Klux Klan dibe emeliyat...  Nîşana li ser singê wî nîşana civaka wî ye yê buyî endam. Belê, ev Ku Klux Klan(KKK) e çîye ku ev wêne ye hinde giringe? KKK civakeke faşîst e dijî Insanên Reş... Kengî ava bûye? Di sala 1865 ê. Piştî şerê hindir ê Emerîka yê. Çima ava bûye? Dijî pêngava wekhevî ya Spî-Reş'an ava bûye. Armanca wan çibû/ye? Armanca wan ewe ku pêşveçûna Reş'an xilas bikin çimkî Spi'yan ji Reş'an bilindtir didibînin. Ber vê armancê çalakiyên teroristî dikirin. Ê belê, ev wêneye çiye? Hun didibînin ku dixtorên emeliyatê dikin tevahî Reşin, hemşîren jî. Dizanin ku ew mirov endamê KKK yê belê dîsa jî sonda xwe ya Hîpokrati tînin cih û emeliyat dikin. Ya ger em fahmbikin ne sonda Hîpokrati ye, ya giring mirovatiya wan dixtor û hemşîrane. Fırat Bozkurt / frtbzkrt

Bloga Beyar

Blognivîsî, tiştek di gelek tiştên ku min gavek avêt û nekirî. Sal nizanim çend lê bawerim ku 2010 û tiştek we bû. Hevalek hebû blognivîsî dikir û nivîsên xweş dinivîsî her kes ne lê hinek kes dikarin binivîsin, ew jêhatî ji wan re ji aliyê Xwedê -yên ateîst hwd ji aliyê kosmosê- hatiye dayîn. Bixwe her kesek ji demên baliqiya xwe divê binivîse û dinivîse jî lê çawabûna wan nivîsa niqaşeke cûda ye niha gerek e em nekevin l'ser vê. Belê ez jî yek ji wan bûm. Gava min bi saya wê hevalê blognivîsî nas kir, ew daxwaz û çalaka nivîsvaniya min guherî tiştek din û gor min (min'a ew demî) gereke biguhuriya. Rabûm min blogek vekir û şikl û cismek dayê, timam bû û nivîsa xwe ya ewilîn weşand. Çi kêfa min hati bû, weh. Zimanê tirkî dinivîsî wan deman lê helwestek min jî hebû li ser zimanê xwe, pêşiyê xwe elimand tipên Kurdî dû de rêziman filan û bêvan lê ne ew qas xort bû ew helwest, car cara bendên Kurdî dinivîsî lê pêşveçûnek girîng nexist destê xwe bi ziman ve. Belê ez ku nekirkerê...