L i civata me de krîlansa(hejmara dîtine) kurmitî/rizîbûna diranan zahf zêde ye. Sedemên vê li ser mijara paqijîyê nesekinîn e. Di serî da emê nexweşiyên diran û dev çi ne behsa wan bikin; A) Ya herî girîng kurmîbûna dirana ye. Sê faqtorên rizîbûne hene; 1-Xwarin(zad,adan) 2-Dem 3-Mîkroorganîsm(MO) gava ev her sê faqtor hev tên rizîbûn dest pê dike; zad li ser diranan kom dibe piştî xwarinê neyê paqijkirin û demek ser da dibore, hejmara mîkroorganîsm bi wan xidayan zêde dibin. Bi zêdebûna wan MO yan diran hêdî hêdî rizî dibe pêşyê ringeke spî bi dû re reş/qewheyî xwe nîşan dide. Piştî nêzî 6 mehan diran cihê rizî bûyî ve çal dibe wê çaxê ew kes pê dihese ku diranê'w rizî bûye. B) Abse-lezyon-enfeksiyona qurmê diran. Hekî ew rizîbûn neyê sax kirin bi aliyê bijîşkek, wê çaxê mîkroorganîsm heya pulp'ê anî ku rih û demaran diçe û êşek giran dest pê dike û dîsa neyê saxkirin wê çaxê jî mîkroorganîzm di binê qurm de zêde dibin û enfeksîyon dest pê dike, rew
Beşek ji beşên tendûristiyê ye. Mijûla wan diran, derdoren diranan û dev e. Diran organekî nava devi de fonqsiyona parçekirin û birîna xwarina dike û ne bi tenê vê dike; wekî li her organ û parê laşê mirovî de diran jî hindirê xwe û havirdorê xwe de xwediyê anatomiyeke qompleks e. Dengê mirov gor şiql û rastatiya û kêmatiya dirana derdikeve û rengekê hildigire, tê zanîn ku gelkî hûnermendên deng naxwazin diranên xwe biguherînin ji ber ku ditirsin dengê wan jî biguhere, her wiha pakêta demar û rihên nava diran de signalên êş û zorê dişîne mejû û diran jî organekî zindiye ku bi wan demara ve xidayên xwe hildigire mezin dibe û xwe sax dike û gor sîgnalên zorê jî xwe diparêze, wekî din jî diran navrûyên mirov tejû dike û estetîkbûnê diguherîne. Diran bi giştî 2 parçe ye qurm û ser(kron). Qurm dev de nayê dîtin nava hestû û pidûyan de ye, binkê qurmî da pakêta demar û rihan(pulpa) derbas dibe hindir. Kron(ser) jî parçeyê diran yê devî da tê dîtin e. Her çi qas qlasifîqasyoneke